Fransa û Elmanya pergala hevpar a bejahî û hewayî ava dikin

Li hêlekê polîtîkaya berevaniya hevpar a welatên YE'yê tê nîqaşkirin, Fransa û Elmanya bi îdîaya ku wê xizmetê ji vê re bikE, ragihandin ku ew ê pergala şer a hewayî ya hevpar û projeya hevpar a tangê pêş bixin.

Duşemê Wezîrên Berevaniyê yên Fransayê û Elmanyayê piştî Civîna Wezîrên Berevaniyê yên welatên YE'yê ya li Brûkselê hatibûn cem hev.

Piştî hevdîtinê bi daxuyaniyeke hevpar a çapmeniyê pergala şerê hewayî ya hevpar (SCAF) hate ragihandin. Li ser vê pergalê ku tê diyarkirin Fransa wê rê ve bibe, sanayiya Fransa û Elmman ji bo vê pergalê bi hevkarî dixebitin û ev dane ber rêveberiya welatên xwe jî.

GELEK AMÛRÊN NÛ YÊN HEWAYÎ Û ÇEKAN VEDIHEWÎNE

Bi çarçoweya projeya SCAF'ê ku vê sala were wê peymana xebatên lêkolîn û pêşxistinê wer îmzekirin, hate diyarkirin şîrketa Fransiz Dassaûl-Aîrbûs etûtek kiriye. Tê gotin şîrketa Aîrbûs Defence and Space jî di qonaxa pêşxistina pergala şer a hewayî ya hevpar de wê cih bigire.

Bi projeya bi navê SCAF'ê tê gotin, armanc ew e ku tiştekî li xebatên berevaniya hevpar a YE'yê were zêdekirin. Bi vê, li gel balafir û droneyên niha, tê xwestin ku balafirên şer ên nû werin sêwirandin. Hate gotin di nav projeyê de milîsên kruvaziyek a siberojê û drone jî hene.

TANGÊN HEVPAR WÊ WERIN ÇÊKIRIN

Hate gotin projeya hevpar a tangan jî Elmanya wê rê ve bibe. Li hev kirin ku Rheinmetall û Krauss-Maffei Wegman a Elman û şîrketa Nexter a Fransiz bi hev re kar bikin.

Krauss-Maffeî Wegman û Nexter 2015'an bi navê KNDS'ê bûbûn hevkar. Plansazî ew e ku projeya hevpar a tangan vê sala were dest pê bike.