Omer Erîn ê li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê girtî ye, nameyek şand û qala binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehê kir.
Çend ji kiryarên xerab ên li girtiyan tên kirin ku Erîn qalê kir wiha ne:
"* Em nikarin ji mafê xwe yê sohbetê, ji aktîvîteyên bi hev re sûdê werbigirin.
* Li qawîşa ji bo 14 kesî, em 24 kes dimînin. Tenê ji bo 14 kesî cihê razanê heye. 10 kes jî neçar in li erdê razên.
* Malbatên me ji deverên bi 300-350 kîlometreyî dûr e, tên. Mehê tenê nîv saetê em dikarin wan bibînin.
* Di bin navê lêgerînê de diavêjin ser odeyên me, alavên li nava qawîşan ji hev belav dikin û dest datînin ser lênûskên me.
* Mîna darbeya 12'ê Îlonê, dema em derdikevin hewşê li me ferz dikin ku em bikevin yek rêzê, mîna leşkeriyê.
* Bi hincetên neheq lêpirsînên dîsîplînê tên vekirin, ceza tên birîn.
* Destikên hemû deriyên cihê xweşuştinê û lavaboyan bê hincet hatine derxistin."