HDP’ê li Îzmîrê starta hilbijartina xwecihî da

Rêxitina HDP’ê ya bajarê Îzmîrê, bi dirûşma ‘Em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin’ dest bi xebatên hilbijartina xwecihî kirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, li avahiya partiyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku dest bi xebatên hilbijartina xwecihî kirine. Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Semra Ûzûnok li gel Çerkez Aydemîr, endamê Desteya Rêveber a Navenda HDP’ê Mûhfûz Guleryuz, endama Meclîsa Partiya HDP’ê Berna Çelîk û gelek nûnerên HDP’ê yê navçeyan tevlî daxuyaniyê bûn.

Ûzûnok anî ziman ku bi çoşeke mezin a hilbijartina giştî dest bi xebatên hilbijartina xwecihî kiriye, diyar kir ku bi komeleyên jinan, rêxistinên sendîka û pîşeyî û rêxistinên demokratîk ên girseyî re hevdîtin pêk anîne. Uzûnok got: “Em li Tirkiyeyê partiya 3’emîn a ku 6 milyon deng heyî ne. Ji bo vegerandina şaredariyên ku ji aliyê qeyûman ve hatine dagirkirin û ji bo derxistina vîna gel li metrepolan me dest bi xebatên ku faşîzma AKP û MHP’ê têk bibin kiriye. Em ji her cûre hevdîtinên îtifaqan re vekirîne. Em ji bo serlêdanê we hatine. HDP ji bo îdeolojiya xwe bi xwe vebêje ketine hilbijartinê.”

Ûzûnok got: “Tecîrda li ser Abdullah Ocalan tecîrda li ser kedkar û jinan e.” û diyar kir ku piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven dayî destpêkirin dikin. Li vî welatî heta ku aştî pêk were wê têkoşîna me bidome.”

Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Çerkez Aydemîr jî got: “Eger Îzmîr bi ser bikeve wê faşîzmim têk biçe. Em bi ser bikevin wê faşîzim têk biçe. Bi înad em ê hejmara şaredariyên xwe zêde bikin. Ne tenê li bajarên Kurdan li metrepolên Tirkiyeyê jî em ê bi rengê xwe û dengê xwe, hişmendiya xwe ya xwerêveberiyê li her cihî pêk bînin.”