Nobeta Dadmendiyê: Divê li gor biryara li ser Demîrtaş biçin
Di Nobeta Dadmendiyê ya Hiqûqnasan de bang hate kirin ku li gorî biryara berdana Selahatîn Demîrtaş a DMME'yê biçin.
Di Nobeta Dadmendiyê ya Hiqûqnasan de bang hate kirin ku li gorî biryara berdana Selahatîn Demîrtaş a DMME'yê biçin.
Nobeta Dadmendiyê cara 80'yî ku ji hêla rêxistinên hiqûqê ve bi mebesta ku pişta hevpîşeyên xwe yên girtî bigirin li Avahiya Edliyê ya Çaglayan a Stenbolê pêk hat. Di nobeta vê hefiyê de hat xwestin ku biryara DMME'yê ya berdanê ya derbarê Hevserokê HDP'ê yê rehîn Selahattîn Demîrtaş were bicihanîn.
'BÊDADMENDÎ GIHAŞTE ASTEKE NAVDEWLETÎ
Parêzerê Demîrtaş Ramazan Demîr got bi biryara DMME'yê ya têkilî Demîrtaş bêdadmendiya li Tirkiyê gihaştiye asteke navdewletî. Demîr got, derkete holê bê ka pergala dadmendî û darizandinê ya Tİrkiyê çendî bi ajoyên polîtîk rê ve diçe.
HELWESTA LI DIJÎ ERDOGAN
Demîr li ser daxuyaniyên Erdogan ên têkilî biryara DMME'yê jî got, Ti mafê Erdogan tine ku gotineke wiha bike, ti rayaya wî jî tine û nikare li gor kêfa xwe jî wiha bibêje. Demîr got, ''Di dewleta hiqûqê de daxuyaniyeke wiha nikare were dayin. Ev ji hêla me hemûyan ve daxuyaniyeke wihaye ku ewlehiya me hemûyan bi dawî dike.''
Demîr xwest ku Demîrtaş demildest were berdan û got, ''Di cih de divê biryrara DMME'yê were bicihanîn.''