Parlamentoya Iraqê maddeyên gumrika Kerkûkê hilweşand
Parlamentoya Iraqê biryara hilweşandina herdu maddeyên gumrikê yên di navbera Kerkûk û Herêma Kurdistanê de da.
Parlamentoya Iraqê biryara hilweşandina herdu maddeyên gumrikê yên di navbera Kerkûk û Herêma Kurdistanê de da.
Parlamentoya Iraqê di rûniştina îro de biryara hilweşandina maddeya gumrikê ya di navbera Kerkûk-Silêmanî û Kerkûk-Hewlêrê de da.
Herdu maddeyên gumrikê di serê meha Tîrmehê de, bi lihevkirinekê ya di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta Iraqê de hatibû îmzekirin. Beşek ji dahata maddeya gumrikê jî ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê bû.
Maddeyên gumrikê bandoreke mezin li jiyana rojane ya welatiyan dikir û li bazaran nirxê tiştan girantir bûbû.
Têkildarî mijarê Endamê Encûmena Nûneran a Iraqê û Parlemeterê YNK’ê yê Parlemetoya Iraqê Rêbwar Teha ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku piştî hewldanên wan îro di rûniştina Parlemetoya Iraqê de biryara hilweşandina nuqteyên gumrikê yên di navbera Kerkûk-Silêmanî û Kerkûk-Hewlêr de hate dayîn.
Teha got: “Ev biryar li ser yekbûna hemû pêkhateyên herêmê ya ji bo rakirina nuqteyên gumrikan pêk hatiye. Ev mijareke cihê kêfxweşiyê ye. Ev biryar wê sûdê bide hemû welatiyên li Kerkûkê dijîn.”