Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Er piştî 8 mehan hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bariş Er ê li Amanosan şehîd bû, piştî 8 mehan radestî malbatê hate kirin û hate veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bariş Er ê li Amanosan şehîd bû, piştî 8 mehan radestî malbatê hate kirin û hate veşartin.
Gerîlayê HPG'ê Bariş Er, 6'ê Nîsanê ji ber êrîşa balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) li Çiyayên Amanosê şehîd bûbû û li goristana bêkesan hatibû veşartin. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Er piştî 8 mehan radestî malbatê hate kirin û malbatê cenaze li Goristana Kuçukoba ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê veşart.
Ji ber ku cenazeyê Er meha Nîsanê li Goristana Bûrûkê hatibû veşartin, malbatê ji bo testa DNA'yê xwîna xwe dabû Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê. Piştî encama testê diyar bû, malbatê serî li saziyê da û xwest cenaze werbigire. Malbatê hefteyekê hewl da cenaze werbigire û dema ku bi kontrola polîsan cenaze ji gora Er hate derxistin, eşkere bû ku cenazeyê yekî din e. Malbatê li ser vê yekê careke din serî li Saziya Tipa Edlî da. Polîsan îro jî li Goristana Bûrûkê goreke din vekir û cenazeyê Er radestî malbatê kir.
Malbatê cenaze di nav dorpêçiya polîsan de li Goristana Kuçukoba veşart.