Beriya hilbijartinê îtifaqên di navbera AKP-MHP û CHP-Partiya ÎYÎ de
Beriya hilbijartinê di navbera partiyên çepgir û nîjatperest de hevdîtinên îtifaqê bi lez bûne. Zelaliya piştî hevdîtinên di navbera AKP-MHP û CHP-Partiya ÎYÎ de derdikeve holê.
Beriya hilbijartinê di navbera partiyên çepgir û nîjatperest de hevdîtinên îtifaqê bi lez bûne. Zelaliya piştî hevdîtinên di navbera AKP-MHP û CHP-Partiya ÎYÎ de derdikeve holê.
Hevdîtinên li ser îtifaqê yên di navbera Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî de pêk hatin, bi heman armancê CHP û Partiya ÎYÎ jî li hev kirin.
Berdevkê AKP’ê yê di bin serokatiya Erdogan de, Omer Çelîk got; “Hevdîtin baş derbas bû”
Çelîk bi domdarî got: “Hevdîtineke baş bû, ji bo hevkariya hilbijartinên xwecihî em di nuqteyeke baş de ne, dikarim bêjim em li cihekî ku li hev bikin de ne.”
Berdevkê AKP’ê destnîşan kir ku wê roja Şemiyê li Stenbol, Îzmîr û 40 bajar jî di nav de namzetên xwe diyar bikin. Her wiha Çelîk bibîr xist ku îtifaqa di navbera AKP û MHP’ê de wê di demeke kin de diyar bibe.
Alîkarê Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Koray Aydin û Endamê Meclîsa Partiya CHP’ê Buletn Tezcan li hev civiyan. Têkildarî hilbijartinan ev civîna duyemîn e.
Aydin piştî hevdîtinê li Navenda Giştî ya Partiya ÎYÎ pirsên rojnamegeran bersivand û got; “Bê navber em ê bi hev re rûnin. Îro me hevdîtina xwe qedand. Li ser mijara diyarkirina rêgezên bingehîn me li hev kir. Di vê lihevkirinê de me nexşerêya xwe ya demê diyar kir.”
Aydin li ser pirsa “CHP û Partiya ÎYÎ li ser çi li hev kir?” wiha got; “Herêma jêr û jor ya bajarên mezin me diyar kir. Em ê niha naveroka wê dagirin. Me ji qala navekê nekir. Ger em herêm diyar bikin em ê naveroka wê jî tejî bikin, ew hêsane.”