Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş..

Jin xwe amade dikin ku 25'ê Mijdarê dakevin qadan. Ew her rojê têdikoşin, ne tenê rojekê. Jin hewl didin têkoşîneke hevpar biafirînin.

Aktivîsta TJK-E'yê Dersim got, bi kampanya 'Tûndiya li ser jinê polîtîk e' ew ne ku dixwazin tenê balê bikişînin ser tundiyê lê ew armanc dikin ku wê ji holê rakin. Dersim got, "Mêr jî ku hevrûyê xwe bibe, ji bo pêşî li tundiyê were girtin girîng e."

Dadgerê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) parlamenterê CHP'ê yê Îzmîrê Riza Turmen got, erk û berpirsyariya Tirkiyeyê ku biryara DMME'yê ya li ser Demîrtaş bi cih bîne.

Spêrtî û Eren li ser salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê axivîn û diyar kirin ku PKK'ê civak ji nû ve vejandiye, ji gelê Kurd û gelan re bûye partiya Newrozê.

Meclîsa Jinê ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo Desteya Jinan ava bike, li Eyn Îsayê li hev civiya.

Li Bîrecîka Rihayê li benda kontrolê ya polîsan dema ku nasname dihatin kontrolkirin, ji wesayîta zirxî ya 50 metre dûr gule hate berdan û rêwiyê bi navê Sedat Polat hate qetilkirin.

HPG'ê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk roja 20'ê Mijdarê bombe li cih û warê sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê barandine û xisar li bax û baxçeyên gundiyan bûye.

Hikumeta federal a Elman ragihand, nîjadperestên ser bi MHP-AKP'ê dijminatiyê li Yahûdiyan dikin û 'gef'ê li ewlekariya navxweyî ya Elmanyayê dixwin. Hikumetê bersiv da pirsa Partiya Çep û li xwe mikur hat ku van nîjadperestan tenê dişopîne.

Li paytexta Afganîstan Kabûlê, hejmara kesên ji ber êrîşa bombeyî mirin bû 55. Herî kêm 80 kes jî birîndar bûn.