ROJEVA 22'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Mijdara 2018'an.

- Rojnamevanên jin gotin, ji bo jiyaneke wekhev, azad û demokratîk wê roja 25'ê Mijdarê li qadan bin û diyar kirin, kengî û li ku dibe bila bibe wê dengê jinan ragihînin.

- Endama Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê Sevîm Akdag li ser kongreya xwe ku wê roja Înê li Amedê pêk bîne axivî.

- Navenda Kombûna Jinê Utamara ku li Lînzê kar dike, mohra xwe danî binê projeyeke nû ya bi navê "Cîhana Jinan, Kombûna Jinan û Kafeya Thema".

- Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir, AKP desthilatdariyeke ku dijminê jinan e û got, "Em vê yekê li salon, korîdor û di civînên komîsyonan ên meclîsê de bi rengekî vekirî dibînin."

- Saziya civaka sivîl a bi navê Save The Chîldren (zarokan biparêze) ragihand, di şerê navxweyî yê Yemenê de dibe ku 85 hezar zarokên ji 5 salî biçûktir, ji ber nexweşî ya jî birçîbûna miribin.

- Sewalkaran ji ber qedexeya li ser zozan û çêrgehan, biharê û havînê nekarîn ji bo heywanên xwe giha bidin hev. Lewma amadekariyeke baş ji zivistanê re nekarîne bikin.