Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlementera HDP'ê Leyla Guven di roja 15'emîn de ye. Tendirustiya Guven xerab dibe. Li Hewlêrê jî greva birçîbûnê didome.
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên 14'ê Îlonê ji ber bomberdûmana li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, eşkere kir.
Hêzên YJA Star û KBDH'ê di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê dest pê kirine, li dijî Qereqola Korxanê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de derb li 2 wesayitên zirxî hate xistin û 2 kontra hatin kuştin.
TJK-E’yê bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê eşkere kir û banga tevlêbûnê kir.
Li bajarokê Schengenê ya Luksembûrgê ya ku bingeha Yekîtiya Ewrûpayê lê hatibû danîn, qedexeya Elmanyayê ya li ser PKK’ê hate protestokirin.
Salvegera 40. a damezrandina PKK'ê li çiyayên Kurdistanê hate pîrozkirin. Rûken Garzan li pîrozbahiyê axivî û got, "Faşîzm û hêzên komploger wê di nava komployên xwe de bixeniqin, Tevgera Azadiyê jî wê ala sosyalîzmê bikind bike."
Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Mattîs ragihand, wê li ser sînorê Rojava ku dewleta Tirk gefê lê dixwe, nuqteyên çavdêriyê ava bikin.
Li hêlekê polîtîkaya berevaniya hevpar a welatên YE'yê tê nîqaşkirin, Fransa û Elmanya bi îdîaya ku wê xizmetê ji vê re bikE, ragihandin ku ew ê pergala şer a hewayî ya hevpar û projeya hevpar a tangê pêş bixin.
Parlamenterên jin ên Parlamentoya Iraqê yên ji bawerî û etnîkên cuda 'Koma Jinan' ava kirin.
Girtiyên MLKP'yî Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim 69 roj in di rojiya mirinê de ne. Turkmen Karabak got, hevserê wê bi 23 kîloyan li xwe kêm kiriye û pêwîstî bi piştgiriya raya giştî heye.