Qeyyûm Atif Çîçeklî ji bo Mala Xwendinê ya di dema şaredariya DBP’ê de hatibû vekirin gotibû ku ‘Ev der kirine odeya qanihkirinê ya PKK’ê.” Li Avahiya navçeya Edremîtê ya HDP’ê li hemberî van gotinan civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Hevserokên Wanê yê HDP’ê Umît Dede û Yadîşen Karabûlak, parlementer Mûazzez Orhan, Hevşaredara Artemêtê Rojbîn Çetîn û nûnerên saziyên sivîl tevlî civînê bûn.
‘JI BO KU XESPÊ REWA NÎŞAN BIDIN…’
Di civîna çapemeniyê de Hevşaredara Artemêtê Rojbîn Çetîn bal kişand ser vî tiştî ku qeyyûm Atif Çîçeklî dixwaze xespa ku kiriye rewa nîşan bide û got ku, “Ew cihê ku ew qal dike, di dema Şaredariyê Wanê de bi navê Pirtûkxaneya Gel hatibû vekirin û xwendekar di serî de xizmet ji her kesî re dikir. Li hemberî wê pirtûkxaneyê dibistan hebû. Xwendekaran sûd ji wê pirtûkxaneyê werdigirtin. Qatê wê yê jor jî wê bibûya eywana xwendinê lê beriya ku têkeve xizmetê, qeyyûm hate peywirdarkirin.”
‘BÊYÎ DELÎL SÛCDAR DIKE’
Çetîn diyar kir ku Atif Çîçeklî yê xespkar buxtanan dike û got ku, “Du salan mufetîşên wezaretê li ser şaredariyên me kontrol kirin lê tu nelirêtî nedîtine. Kes nikare bi buxtanên wekî ‘alîkariyê didin rêxistinê’ û ‘navendên qanihkirinê’ van saziyên me reş bikin. Bi raporan derket holê ku qeyyûm Çîçeklî gelek nelirêtî kiriye û bi buxtanan ew ê nikaribe ser van nelirêtiyên xwe bigire. Li hemberî van reşkirin û buxtanan em ê ked û mafê gelê xwe biparêzin.”
‘GEL WÊ DI 31’Ê ADARÊ DE BERSIVÊ BIDE’
Parlementera Wanê ya HDP’ê Mûazzez Orhan jî diyar kir ku li hemberî 31’ê Adarê ew ê bersivê bidin vê feraseta qeyyûman û got ku, “Gelê me dikare xwe û bajarê xwe bi rê ve bibe. Ev hêz û îradeya wê heye.”