WTO wê bi şîrketên sifir û pola re bicive
Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê (WTO), li hemberî bacên ku DYA’yê danî li ser firotina sifir û Pola, Çîn û YE jî tê de wê di derbarê giliyên gelek welatan de biryar bide.
Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê (WTO), li hemberî bacên ku DYA’yê danî li ser firotina sifir û Pola, Çîn û YE jî tê de wê di derbarê giliyên gelek welatan de biryar bide.
Serokê DYA’yê Donald Trûmp, îsal bacên gumrikan a bi rêjaya navbera 10 û 25 ji sedî danîbû li ser berhemên weke sifir û pola. Di encama nerazîbûnên li dijî vê de ji bo hinek welatan tolerans hatibe nîşandan jî, hê bi dehan welat mexdûrên vê biryarê ne.
WTO WÊ DI DERBARÊ GILIYAN DE BIRYARÊ WERBIGIRE
Li hemberî biryara Donald Trûmp Çîn, Yekîtiya Ewropa, Kanada, Rûsya, Meksîka, Tirkiye û Norveçê li ba WTO’yê giliya vê biryarê kiribûn.
Serlêdanên girêdayî WTO’yê yên giliyan, ji hêla beşa wê ya Mekanîzmaya Lihevnekirinên Rewşan ve bê lêkolînkirin. Lê belê nehat qebûlkirin ku welatên serlêdan kirî serlêdana xwe bibin dadgeha Hakem.
Her wiha bi daxwaza DYA’yê YE, Çîn Kanada, Meksîka weke misîleme bacdanîna li ser berhemên DYA’yê wê ‘rewabûna’ wê jî bê lêkolînkirin.