Beriya niha bi çend rojan, di civîna budçeya Wezareta Karên Hundir de wezîrê Tirk Suleyman Soylû gef li Ebrû Gunay a HDP'yî xwaribû û jê re gotibû, "Tu provokator e, tu yê bibîne bê wê çi were serê te." Nerazîbûna li van gefên wezîrê Tirk dewam dike.
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari got, "Dema ku mirov ji aliyê jinê ve binirxîin, dibînin ku AKP desthilatdariyeke dijminê jinan e. Em vê rastiyê li salon û korîdorên meclîsê, li civînên komîsyonan bi rengekî vekirî dibînin."
Hatîmogûllari got, "Ji xwe em Suleyman Soylû weke wezîrekî ku fermana 'guh nedin hiqûqê' dide, nas dikin" û wiha dewam kir: "Xeta ku Soylû wê temsîl dike, tundiya li Tirkiyeyê girantir dike."
Hatîmogûllari got, "Lê belê em vê hakareta wî bi taybetî li hevaleke me ya jin a wekîl kiriye, vê helwesta wî ya gefê dixwe, şermezar dikin. Em vê yekê ti carî qebûl nakin."
Parlamenter Hatîmogûllari bi bîr xist ku bi xurtbûna faşîzma li Tirkiyeyê re tundiya li jinê jî zêde bû û ji ber ku ew balê dikişînin ser kuştin, zext û tundiya li jinê, ji aliyê AKP'ê ve tên tehdîtkirin.
Hatîmogûllari diyar kir, ew wekîlên gel in û wê li dijî tundiya AKP'ê têkoşîna xwe her tim bidomînin.
Parlamentera HDP'ê got, "Em ê her tim bêjin; aştî û bila tecrîd bê rakirin. Em ê bi tundî û hêrsa wan re li hev neyên."