Qedexeya PKK’ê li Schengê hate protestokirin

Li bajarokê Schengenê ya Luksembûrgê ya ku bingeha Yekîtiya Ewrûpayê lê hatibû danîn, qedexeya Elmanyayê ya li ser PKK’ê hate protestokirin.

Piştî ku Elmanyayê PKK xist nav ‘lîsteya terorê’ li bajarokê Schengê yê Luksembûrgê ev biryar hate protestokirin. Rêveberên Aktion 3 Welt Saar e.V û yên Saarländîscher Flûchtlîngsrat e.V.  tevlî çalakiyê bûn.

Çalakgeran hatin cihê ku Yekîtiya Ewrûpayê lê hatiye avakirin, alayên 11 saziyên ku Elmanyayê qedexe ne û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Çalakgeran çemê Moselê derbas kirin û derbasî aliyê Elmanyayê bûn.

Çalakgeran ji bo qedexeya Elmanyayê ya li ser PKK’ê ya 25 salan, tevî pankartên xwe 25 caran ji Luksembûrgê çûn Elmanyayê û hatin. Çalakgeran li hemberî qedexeya Elmanyayê 25 caran sînor derbas kirin. Çalakgeran piştre rêya Elmanya-Luksembûrgê ji trafîkêre girtin û qedexe şermezar kirin.

Li ser navê çalakgeran rêveberê Action 3 Welt Saar’ê Roland Roder axivî û got ku, “Em diyar dikin ku ev qedexe şaş e û tevî sembolên Kurdan ên ku li Elmanyayê hatine qedexekirin, me 25 caran sînorê Elmanya-Luksembûrgê derbas kir. Li Luksembûrgê PKK ne qedexe ye lê li Elmanyayê qedexe ye. Di navbera wan de metreyek jî tune, nexwe PKK ne ew qasî bi xetere ye. Heke bi xetere bûya ew ê li welatên din jî bihata qedexekirin. Ji ber vê jî em bang dikin ku qedexeya li ser PKK’ê bila were rakin.”