Êşkenceya li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê
Ji ber êşkence û kiryarên xerab ên li girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê tên kirin, gilî hate kirin.
Ji ber êşkence û kiryarên xerab ên li girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê tên kirin, gilî hate kirin.
Şaxê Îzmîrê yê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Şaxê Îzmîrê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Şaxê Îzmîrê yê Komeleya Mafên Mirovan û Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (TUHAYDER) li ber Edliyeya Manîsayê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Li gel rêveberiya rêxistina HDP'ê ya Manîsayê gelek xizmên girtiyan jî tevlî çalakiyê bûn. Zafer Încîn daxuyanî xwend û bal kişand ser îdîayên ku dibêjin; li 17 girtiyên li beşên C-16 û A 24 ên girtîgehê bi bahaneyên cuda êşkence tê kirin.
Di daxuyaniyê de li ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehê ev agahî hate dayin:
* Ji bo sermijartina 4 girtiyan, ji 5'ê Cotmehê û vir ve 20 gardiyanan zext li girtiyan kirine ku li ser piyan sermijartinê bikin û tundiya fîzîkî li girtiyan kirin. Ev sûc bi serkêşiya midûrê duyemîn ê girtîgehê hatiye kirin. Tevî ku hemû girtiyan xwestin biçin revîrê, lê rêveberiya girtîgehê destûr nedan wan.
* Roja 6'ê Mijdarê xwarin ji 4 girtiyên li qawîşa A-24 re nehat dayin û kursiyên wan ên li odeyê ji wan hate stendin.
* Hevdîtina vekirî ya girtiyan di pratîkê de daxistin saetekê û 25 deqeyan û ava germ li ser qawîşê hate birîn. Di dema hevdîtina bi parêzeran re strana 'Olurum Turkiyem' hate lêdan.
* Li qawîşa C-16, gardiyanan bi hinceta sermijartina li ser piyan, belasebep êşkence li girtiyan kirin. Di dema êşkenceyê de ku midûrê duyemîn ê girtîgehê jî lê amade bû, kamera hatin girtin. Êşkence li 13 girtiyan hate kirin, 3 jê bi giranî birîndar bûn û ev rewş li raporê hate nivîsandin."
GILÎ KIRIN
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ev kiryar li dijî peyman û hiqûqa navneteweyî ye û giliyê Midûrê Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê, Midûrê 2. ê Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê, gardiyanên tevlî sermijartinê bûne û girtiyên edlî yên li kêleka qawîşên A-24 û C-16 hate kirin.