Li Edene gelek hunermend hatin destgîrkirin

Bi çarçoweya operasyonên qirkirina siyasî polîsan bi ser malên xebatkarên NÇM'ê de girt û gelek kes destgîr kirin.

Şevê dî polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin. Hunermendên ku li şûbeya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê ya Edene de dixebitin, hatin destgîrkrin. NÇM beriya niha bi BHQ'yê hatibû girtin.

Polîsan malên xebtkarên NÇM'ê li bin guhê hev xistin, dema destgîrkirinê jî êşkence li wan hate kirin.
Endamê Koma Pel Îlyas Arzû, Devran û Devrîm Ozluk endamên Koma Qêrîn Jiyan Savci, Dîlan Sunduk û Hêlîn Ozbay, hunermendên berê yên NÇM'ê Îmran Akin û hevserê wê û zarokê wan ê 1 salî û Mecît Ozluk hatin destgîrkirin.