Rûniştina 7’emîn a doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku di axaftinek xwe ya 4’ê Tebaxa 2013’an de bi îdîaya “Heqaret li karmendê li ser kar kiriye” hatibû vekirin li Dadeha Cezayê Asliyê ya navçeya Wêranşarê ya Rihayê pêk hat.
Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê ya lê girtî ne bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû. Piştî tesbîta nasnameyê derbasî îfadeyên Demîrtaş bûn. Demîrtaş bal kişand ser xetayên rêgezê û got SEGBÎS li dijî PMME’yê û Destûra Bingehîn ne û divê wî bianîna Wêranşarê li dadgehê parastina xwe bikira. Demîrtaş da zanîn ku ne wî xwestiye ew li wê hepsê be û wiha got: “Bi biryarên siyasî min girtin û bi hezaran kîlomîtro ji malbatê dûr kirin. Ji ber vê yekê li gorî Destûra Bingehîn dixwazim werim wir û parastina xwe bikim. Ev mafê min ê Destûra Bingehîn ne. Di derbarê min de bi sedan doz hene û ev doz hemû siyasî ne. Rêxistina FETO ya Wêranşarê li holê bû. Dixwazim li wir bûma û min van ji dadgehê re vegota û têkildarî van delîlan pêşkêş bikim. 5 sal e lêpirsîn didome lê piştî 2 salan delîl ji dosyeyê re dîtin. Ev doz û dozên din siyasî ne. Biryara DMME’yê van dozan hemû îsbat kir ku hemû siyasî ne.”
Heyeta dadgehê daxwaza Demîrtaş red kir. Li ser vê yekê Demîrtaş her kesî silav kir û di derheqê dosyeyê de diyar kir ku ew ê bi SEGBÎS’ê parastinê neke û ji wir veqetiya.
Parêzerên Demîrtaş jî diyar kirin ku piştî Demîrtaş bînin dadgehê ew ê parastina xwe bikin.
Heyeta dadgehê biryar da ku di derbarê axaftina Demîrtaş bûye sedema sûcdariyê de dîmen ji emniyetê xwest û rûniştin taloqî 14’ê Sibata 2019’an kir.