Malbatên Pirsûsê ji bo rûniştina li Hîlwanê ketin rê
Malbatên Pirsûsê ji bo rûniştina Doza Qetlîama Pirsûsê ya sibê ketin rê.
Malbatên Pirsûsê ji bo rûniştina Doza Qetlîama Pirsûsê ya sibê ketin rê.
Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li pêşiya Şaredariya Kadikoyê daxuyanî dan û ji bo rûniştina Doza Qetlîama Pirsûsê ya ku ew ê li Hîlwanê were kirin, ketin rê.
Di çalakiyê de li ser navê OTSP'ê Emrah Topaloglû diyar kir ku ew ê dev ji têkoşîna edaletê bernedin. Topaloglû got, "Em dixwazin hemû bersûcan bînin eywana dadgehê. Dixwazin vê dozê ji ber çavan veşêrin."
'JI BO NEDÎTINA KUJERAN HEWL DAN!'
Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya SGDF'ê û Gaziyê Sûrûcê Alî Denîz Esen jî got, "Ji ber ku li hemberî hovîtiya DAÎŞ’ê me jiyaneke nû ava dikir, em qetil kirin. Ji wê rojê û heta niha ji bo nedîtina kujeran hewl tê dayîn. Em dizanin heta ku di vê qetlîamê de edalet pêk neyê wê bi wijdanê civakê re hevrûbûnek çênebe."