Li Zonguldakê cenazeyên 3 karkeran hatin dîtin
Li Zonguldakê di encama kana madenê de 3 karkerên ku asê mabûn, mirî hatin dîtin.
Li Zonguldakê di encama kana madenê de 3 karkerên ku asê mabûn, mirî hatin dîtin.
Li Zonguldakê li navçeya Kilîmliyê, li madena kanê ya li Kuçeya Rêya Çiyê ya Taxa Çamlikê berê sibehê saet 03.00'an teqînek çêbû.
Di bûyerê de ku bi rengê teqîna grîzûyê tê nirxandin, hin karker bi maskeya oksîjanê hatin derxistin, ji 5 karkerên ku asê mabûn Evren Cînemre û Adem Alîbaş ji hêla hevalên wan ve hatin derxistin.
Piştî xebatên lêgerînê karkerên bi navê Çavûş, Gençturk û Goktaş mirî hatine dîtin.