ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ciwan li dijî revandinan bi HDP û TÎP'ê re civiyan
Rêxistinên ciwanan, li dijî revandin û sîxurkirinê çûn meclîsê û bi HDP û TÎP'ê re rûniştin. -
Hêrsa li dijî tecrîdê: Li 6 bajaran wê grêva birçîbûnê pêk bê
Desteka ji bo çalakiya grêva birçîbûnê ya Parlamentera HDP'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê berbelav dibe. Li 6 bajran ji bo 3 rojan wê grêva birçîbûnê were kirin. -
Li Tirkiyeyê cînayetên kar zêde bûne
Li Kirikkaleyê di tesîsa tijîkirina gazê de teqînek pêk hat, ji ber teqînê karkerek mir û 2 karker jî birîndar bûn. Di du rojên dawîn de 4 karker ji ber şertên ne ewle yên kar, li ser kar mirin. -
Cezayê rojnamevanan hate pesendkirin
Rojnamevanên ku ji bo piştgiriya rojnameya Ozgur Gundemê bikin dest bi kampanyayê kiribûn, ceza li wan hatibû birîn. Cezayê rojnamevnan hate pesendkirin. -
Ji bo hevdîtina Ocalan serlêdana 768'an
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo muwekîlê xwe bibînin cara 768'an serlêdan kirin. -
YJK-E ji bo meşa 1'ê Kanûnê ya li Berlînê bang kir
Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) ji bo meşa 1'ê Kanûnê ya li Berlînê banga tevlîbûnê kir, ku meş wê li dijî qedexeya li ser PKK'ê û li dijî nîjatperestiyê wê were kirin. -
Têkoşîna Kurdan têkoşîna me ye
Li Elmanyayê zêdetirî 70 saziyên civaka sivîl, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û akademîsyenan gotin, "Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku roja 1'ê Kanûnê li ber qedexeya li ser PKK'ê rabin." -
Hikumeta Elman li ser DAÎŞ'ên di destê YPG'ê de ne daxuyanî da
Hikumeta Elman a Federal ragihand, ji bo 35 DAÎŞ'iyên welatiyên Elman ên di destê YPG'ê de ne bînin Elmanyayê, ew hemû alternatîfan dinirxînin. Dibe ku Xaça Sor jî ji bo DAÎŞ'iyan bikeve dewrê. -
ROJEVA 29'Ê MIJDARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Mijdara 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Ciwanan bombeyeke deng avêtin qereqoleke ya li Seyhanê
Li navçeya Seyhan a Edeneyê komeke ciwan li dijî qereqolekê çalakiyeke ya bi bombeyên deng pêk anîn. -
Li Konyayê terora polîsan: 9 HDP’yî hatin destgîrkirin
Li Konyayê polîsên rejîma AKP’ê li dijî HDP’ê operasyonek siyasî li dar xist. Di operasyonê de rêveberên berê yên HDP’ê jî di nav de 9 kes hatin destgîrkirin. -
KNK’ê li Brukselê dest bi pêngava dîplomasiyê kir
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Parlementoya Ewrûpayê hin hevdîtin pêk anî. -
Guven: Pêwîstiyeke mezin bi Birêz Ocalan heye
Wekîla HDP'yî Guven ku di greva birçîbûnê de ye got, "Pîvana me berxwedana li dijî faşîzmê ye." Guven diyar kir, pêwîstiyeke mezin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. -
Li Pervîn Bûldan û 20 parlementeran fezleke hate vekirin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî tê de ji bo rakirina destnedana 21 parlementeran fezleke hate amadekirin. -
Ciwanan salvegera damezrandina PKK'ê li Ewropayê pîroz kirin
Ciwanên Kurd li gelek welatên Ewropayê salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê pîroz kirin. -
HDP: Ser lêpirsîna Tahîr Elçî tê girtin
HDP’ê bal kişand ser vî tiştî ku di cînayeta Tahîr Elçî de kujer tên parastin û got, “Helwesta dewletê ya derbarê lêpirsîna li ser Tahîr Elçî, wekî helwesta cînayetên faîlî meçhûl in ên di salên 1990’î de ye.” -
Girtiyên TKP/ML dest bi greva birçîbûnê dikin
Girtiyên TKP/ML'ê ji bo piştgiriya çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê ji 29'ê Mijdarê heta 1'ê Kanûnê dest bi greva birçîbûnê bikin. -
Polîsên Tirk nehiştin Elçî were bîranîn
Parêzvanê mafên mirovan Tahîr Elçî ku berî niha bi 3 salan hate kuştin, wê li Enqereyê bihata bîranîn. Lê polîsên Tirk nehiştin. -
'Qedexeya li ser PKK'ê li Nurnbergê hate şermezarkirin
Interventionistisch Linke xwest, qedexeya li ser PKK'ê were rakirin û ji bo meşa navendî ya 1'ê Kanûnê ya li Berlînê banga tevlîbûnê kir. -
Fîlmê '14 Temmûz' li Lenîngradê hate nîşandan
Fîlmê '14 Temmûz' ê li ser Berxwedana Zindana Amedê, li bajarê Sankt-Petersbûrg (Lenîngrad) ê Rûsyayê hate nîşandan. -
Amadekariyên ji bo meşa mezin a 1'ê Kanûnê qediyan
Bi banga zêdeyî 70 saziyên civakî yên sivîl, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan wê 1'ê Kanûnê li Berlînê li dijî qedexeya li ser PKK'ê, nîjadperestî û qanûna polîsan meşeke navendî bê organîzekirin. Amadekariyên meşê qediyan. -
ROJEVA 28'Ê MIJDARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Mijdara 2018'an. -
Li sê bajarên Swîsreyê pîrozbahiya PKK’ê
Li bajarê Bern, Lozan û Cenevre yên Swîsre salvegera 40’ê ya PKK’ê bi aktivîteyan hatin pîrozkirin. -
Salvegera PKK’ê bi dirûşim û guleyên hewayî hate pîrozkirin
Însyatîfa Gel a Demokratîk a Edeneyê salvegera 40’an a damezirandina PKK’ê biteqanina guleyên hewayî û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ ve pîroz kirin.