Kuçukbalaban: Divê dewlet gavên şênber biavêje!

Hevserokê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku li pêşberî gavên Rêber Apo û PKK'ê, dewletê gavên cihê baweriyê neavêtiye û got, "Operasyonên li ser Başûrê Kurdistanê divê bêne bidawîkirin, mafê hêviyê bi cih bê anîn."

HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ ÎHD'Ê HUSEYÎN KUÇUKBALABAN

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban ji ANF'ê re axivî û nerazîbûn nîşanî desthilatdariyê da ku li gel pêvajoyê jî gaveke şênber neavêtiye.

Kuçukbalaban pêvajo bi sernavan nirxand û bi bîr xist ku Paketa Darazê ya 10'emîn a ku bû sedema gelek nerazîbûnan, bersiv neda ti bendewariyan. Huseyîn Kuçukbalaban got, ev paketa ku girtiyên nexweş û siyasî negirt nava xwe, pêşî li pîvana wekheviyê ya di înfazê de girt.

Hevserokê ÎHD'ê bi bîr xist ku nêzî 4 hezar girtiyên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn hene ku dema ceza temam kirine û divê bêne berdan. Kuçukbalaban got, ji van 800 kes divê tavilê bêne berdan, lê belê bi biryarên kêfî yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê nayên berdan.

Kuçukbalaban got, "Rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên civakî yên sivîl ji destpêka vê pêvajoyê ve destnîşan kirin ku divê karek bê kirin, lê belê li gel vê yekê jî desthilatdarî xwe nade ber gavavêtinê. Piştî banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibatê de kir, hêvî û bendewarî ew bû ku ji bo pêşketina demokrasiyê, azadiya îfadeyê ya civakê, azadiya çapemeniyê û mafên Kurdan hin gav bêne avêtin. Lê belê em dibînin ku heta niha di vê mijarê de ajandayeke desthilatdariyê nîne."

DEWLET OPERASYONÊN LEŞKERÎ JÎ DEWAM DIKE

Kuçukbalaban bi bîr xist ku PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn li hev kom kir, biryara bêçekbûnê da, lê belê dewletê li gel ku gav neavêtiye operasyonên li Başûrê Kurdistanê dewam kiriye û got, "Ev yek ji nakokiyê jî wêdetir e. Bêguman pêvajo hem di nava gelê Kurd hem jî li nava gelê Tirk dibe sedema fikarên cidî. Em dibînin ku ji bo bidawîkirina van fikaran hin gav ji aliyê PKK'ê ve hatin avêtin, lê belê dewlet ji bo bidawîkirina vê bêbaweriyê gavekê neavêje."

Hevserokê ÎHD'ê destnîşan kir ku girîng e ev pêvajo tenê ji însafa dewletê re neyê hiştin û got, "Mixabin li Tirkiyeyê li gel şerê 40 salan jî tevgereke aştiyê ya xurt ava nebû." Kuçukbalaban destnîşan kir ku divê êdî tevgereke aştiyê ya civakî destpê bike.

'MAFÊ HÊVIYÊ' NE TENÊ MESELEYEKE HIQÛQÎ YE

Kuçukbalaban destnîşan kir ku di demeke welê de ku li Rojhilata Navîn hevsengî bi lez têne guhertin divê delwet gavên şênber biavêje, operasyonên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê bi dawî bike, 'Mafê Hêviyê' bixe meriyetê, girtiyên nexweş berde. Hevserokê ÎHD'ê diyar kir ku 'Mafê Hêviyê' ji xwe berpirsyariya navneteweyî ya dewletê bi xwe ye, ev yek ne tenê hiqûqî ye, her wiha meseleyeke mirovî, wijdanî, exlaqî û siyasî û got, "Hûn dixwazin meseleya Kurd a 40 salan çareser bikin, lê belê yek ji aktorên bingehîn Abdullah Ocalan 26 sal in di nava tecrîdê de dihêlin. Bi wesîleya Cejna Qurbanê hevdîtin bi malbata xwe re kir, lê belê hîn jî destûr nayê dayin ku parêzer biçin Îmraliyê. Mînak, li Efrîkaya Başûr Nelson Mandela 27 salan girtî ma û li wê derê dema pêvajoya diyalogê destpê kir, ew xistin ragirtina li malê. Îro Wezîrê Edaletê radibe dikare bibêje 'Mafê Hêviyê' di rojeva wan de nîne. Halbûkî Konseya Ewropayê û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku Tirkiye jî endam e, hikum da ku divê Tirkiye sererastkirina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê tavilê pêk bîne."

Di dawiya axaftina xwe de Kuçukbalaban diyar kir ku divê Pakêta Darazê ya 11'emîn bê amadekirin ku ji bo avakirina civaka demokratîk û aştiyê girtiyên siyasî û nexweş jî bixe nava xwe.