ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Dûran Kalkan got, ew bi biryar in ku stratejiya têkoşîna çekdarî bi dawî bikin, lê belê pêkanîna vê yekê bi dewleta Tirk ve eleqedar e. Kalkan got, "Çûka aştiyê bi baskekî nafire. Wê demê eger wê aştî pêk were, wê bi du baskan be."

Di ser şewata li gundên Şemrex û Xana Axpar re salek derbas bû ku di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gundiyên Kelekê diyar kirin ku di dema derbasbûyî de edalet bi cih nehate anîn.

Hevserokê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku li pêşberî gavên Rêber Apo û PKK'ê, dewletê gavên cihê baweriyê neavêtiye û got, "Operasyonên li ser Başûrê Kurdistanê divê bêne bidawîkirin, mafê hêviyê bi cih bê anîn."

Endamê Konseya Rêveber a PJAK'ê Siyamend Mûînî anî ziman ku şerê navbera Îran û Îsraîlê wê encamên herêmî bi xwe re bîne û got, hêzên Kurd ên li Îranê divê di vê pêvajoyê de bibin yek û li gorî berjewendiyên gel tevbigerin.

Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Qamişloyê heta bi Reqayê bi meş, rojên xwendinê, çalakiyên kon û festîvalan hate meşandin, bi biryardarî dewam dike.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û kongreya 12'emîn a PKK'ê wê bêne şopandin.

Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Şerê navbera Îsraîl û Îranê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser bûyerên dawî li Enqereyê wê civîna çapemeniyê lidar bixe.