HDP’ê li Stenbolê xebatên hilbijartinê da destpêkirin

HDP’ê li Stenbolê xebatên hilbijartinê da destpêkirin. Di civînê de peyama ‘Em xwe ji xespkaran rizgar bikin’ hate dayîn.

Rêxistina Stenbolê ya HDP’ê li avahiya bajêr a partiya xwe xebatên ji bo hilbijartina 31’ê Adarê da destpêkirin. Hevserokên rêxistina Stenbolê ya HDP’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek jî di nav de endamên meclîsa partiyê û rêveber tevlî civînê bûn. Esengul Demîr di civînê de axivî û diyar kir ku feraseta şaredariyê ne bi tenê bidestxistina çend şaredariyan e.

‘TECRUBEYA ME YA 102 ŞAREDARIYAN HEYE’

Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr got ku, “Em dixwazin diyar bikin ku bi tevkariya gel û bi feraseta ku divê her beşa civakê tevlê bibe, bi beşdarbûna meclîsên gel, meclîsên herêmî, jin, ciwan, zarok, welatiyên berasteng, sendîkayan, em feraseta şaredariyên demokratîk bidin avakirin. Jixwe tecrubeya me ya 102 şaredariyan heye yên ku DBP’ê li Kurdistanê bi ser ketibû. Lê herî dawîn qeyyûman ev şaredarî xesp kiribûn.”

‘DIVÊ EM JI XESPKARAN RIZGAR BIBIN’

Esengul Demîr diyar kir ku ew dizanin problemên mezin ên Stenbolê hene û got ku, “Divê Stenbol jî ji vê feraseta rant û xespkar xwe rizgar bike.”

Esengul herî dawîn diyar kir ku serlêdana bernamzetan hatiye destpêkirin û banga bernamzetbûnê kir.