ROJEVA 23'Ê MIJDARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Mijdara 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Mijdara 2018'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê werin şopandin.
- Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kampa Berxwedan Leyla Îbîşîm got, jinên ji Efrînê derbasî Şehbayê bûn di demeke kin de xwe bi rêxistin kirin û diyar kir ku wê teslîmiyetê qebûl nekin.
- Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser zêdebûna êrîşên li dijî destketiyên gelê Kurd û got, li dijî van êrîşan divê gelê Kurd bibe yek.
- Gerîla ku xwe bi îdîayeke mezin ji bo sala 41'ê ya PKK'ê amade dikin gotin, "Li dijî dijmin her tim bersiveke me heye. 'Ya serketin, ya serketin'. Ji bilî vê alternatîfeke din nîne."