DYA li ser sînorê Tirkiye-Rojava nuqteyên çavdêriyê ava dike

Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Mattîs ragihand, wê li ser sînorê Rojava ku dewleta Tirk gefê lê dixwe, nuqteyên çavdêriyê ava bikin.

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) James Mattîs li Pentagonê ji rojnamevanan re axivî û îdîa kir ku 'fikar'ên Tirkiyeyê li ser sînorê Sûriyeyê hene.

Mattîs got, ew van 'fikaran' dibînin û ragihand, wê li çend herêman nuqteyên çavdêriyê ava bikin.

Mattîs îdîa kir ku ev nuqteyên çavdêriyê, li hemberî 'gefeke' gengaz a li dijî Tirkiyeyê, xwedî armanca hişyarkirinê ye.

Dewleta Tirk ji bo êrîşên xwe yên li ser Efrînê, Kobanê û herêmên din, hinceta 'ji sînor êrîş tê kirin' a bêbingeh dida pêş.

Mattîs diyar kir, di mijara sînor de ew bi Wezareta Karên Derve û artêşa Tirk re hevdîtinan dikin û got, nuqteyên çavdêriyê wê li aliyê Rojava yê sînor bin û li cihekî vekirî bin ku leşkerên Tirk karibin wan bibînin.

Mattîs diyar kir, ji bo bandor li şerê li dijî DAÎŞ'ê nebe, ev nuqteyên çavdêriyê tên avakirin.

Mattîs işaret bi têkoşîna li Deşta Navîn a Firatê kir û got, ew naxwazin şervanên QSD'ê yên li herêmê şer dikin ji herêmê vekişin.

Şervanên QSD'ê yên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer dikin, piştî ku Tirkiyeyê êrîş bir ser Efrînê û gelek herêmên din, berê xwe dabûn van herêman. Dewleta Tirk beriya niha bi demeke kin êrîş bir ser Kobanê û Girê Spî û QSD'ê jî piştî van êrîşan ragihandibû ku wan operasyona li Dêra Zorê ji bo demekê rawestandine. Li gel êrîşên dewleta Tirk, çeteyên DAÎŞ'ê jî êrîş biribûn ser şervanên QSD'ê yên li Dêra Zorê di pozîsyona parastinê de bûn.

Rayedarên QSD'ê û Bakurê Sûriyeyê dibêjin, armancek ji êrîşên Tirkiyeyê ew e ku pêşî li serketina têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bigire.