ROJANE
Hemû Nûçe
-
Temellî: Ji bo greva birçîbûnê em li benda rewşa krîtîk nesekinin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku divê tecrîd were rakirin û bal kişand ser berxwedana Leyla Guven. Temellî got ku, “Em ji bo greva birçîbûnê li benda rewşa krîtîk nesekinin.” -
Bîlgen: Em dengê Leyla Guven bibîhizin!
Serokwekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen çalakiyên li Fransayê bi bîr xist û got, "Dema ku civak teqiya, tiştek nikare pêşî lê bigire." Bîlgen ji bo çalakiya Leyla Guven banga piştgiriyê kir. -
Çalakvanên ketin greva birçîbûnê hatin destgîrkirin
Li Mersînê 10 kesên ji bo piştgirî bidin wekîla HDP'ê Leyla Guvenê ketî greva birçîbûnê, ji aliyê polîs ve hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku çalakvan bi destgîrkirî jî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin. -
Şerma nû ya tarza siyaseta Başûrê Kurdistanê
Tirkiye di demên dawîn de li ser YNK’ê zextan dike û hewl dide TEVGER û hin saziyên demokratîk werin girtin. Hewl didin YNK’ê jî wekî PDK bi kar bînin. Ev biryar ji ber bazariya di navbera YNK û Tirkiyeyê de pêk hatiye. -
Girtiyan hişyar kir: Naxwe em ê bikevin greva birçîbûnê ya bêdawî
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê diyar kirin ku wê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê kom bi kom bidomînin û gotin, eger bersiv ji daxwazên wan re neyê dayin wê greva birçîbûnê bikin bê dawî û ne dorveger. -
Wekîlên HDP'ê li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê dikin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî di nav de 10 wekîlên HDP'ê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê bikin. -
'Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin, Kurdistanê azad bikin'
Şikandina tecrîdê û têkbirina faşîzmê, wê bike ku li Tirkiyeyê demokrasî, li Kurdistanê jî jiyana azad pêk were. Lewma, dawîanîna li tecrîdkirina Rêber Apo wê gelek girêkan veke. -
7 Karkerên TOKÎ'yê hatin destgîrkirin
Polîsan avêt ser konê 15 karkerên ku nêzî 2 sal in di înşaata TOKÎ’yê de dixebitin û mehaneya xwe nagirin, ji bo vê jî ketine çalakiyê. Di encama serdegirtinê de 7 karker hatin destgirkirin. -
Li Goteborgê pîrozbahiya PKK'ê ya bi fîşekên hewayî
Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li bajarê Goteborg ê Swêdê bi şevekê û teqandina fîşekên hewayî hate pîrozkirin. -
Cejna Vejînê li Hambûrgê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê hate pîrozkirin. -
Beştaş: Berî ku greva birçîbûnê belav bibe, divê tecrîd rabe
Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş got, berî ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe, divê tecrîd tavilê bê rakirin. -
ROJEVA 3'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Kanûna 2018'an. -
Cejna Vejînê li Mantes la Jolîe hate pîrozkirin
Li bajarê Mantes la Jolîe yê Fransayê, salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin. -
Li Strasboûrgê salvegera avabûna PKK’ê hate pîrozkirin
Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê salvegera avabûna PKK’ê hate pîrozkirin. -
Polîsan girtin ser avahiya HDP’ê ya Mêrsînê: 10 kes destgîr kirin
Li Mêrsînê ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, greva birçîbûnê hate lidarxistin. Polîsan girtin ser avahiya ku greva birçîbûnê lê didome. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Salvegera PKK’ê li Freîbûrgê hate pîrozkirin
Kurdistaniyên li bajarê Lahr û Freîbûrg yên Elmanyayê dijîn, 40’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi çalakiyekê pîroz kirin. -
Li Elmanyayê şehîd Ednan hate bibîranin
Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd, Ahmet Dîzîn (Ednan) piştî şehadeta xwe bi 25 salan li bajarê Koblenzê yê Elmanyayê bi merasîmekê hate bibîranin. -
Buldan: Daxwaza Leyla Guven a bi milyon kes e
Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan: Grêva Leyla Guven ne ji bo wê ye, ji bo Rêzdar Oalan e ku ev 3 sal û nîv in agahî jê nayê girtin, di nav tecrîdekê de tecrîd li ser tê danîn. Ev daxwaz a bi milyonan kes e. -
DGH’ê sala 41’ê ya PKK’ê silav kir: 24 wesayît hatin şewitandin
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ji bo 40’emîn salvegera damezrandina PKK’ê rêze çalakî li dar xistin. DGH’ê sala 41’an jî silav kir û di çalakiyan de bi giştî 24 wesayît hatin şewitandin. -
Li Mersînê greva birçîbûnê dest pê kir
Li Mêrsînê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan a ji bo piştgiriya Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, dest pê kir. -
Tecrîd û qedexeya li ser PKK'ê li Orebroyê hate şermezarkirin
Tecrîdkirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedexeya li ser PKK'ê ya li welatên Ewropayê, li bajarê Orebro yê Swêdê hate şermezarkirin. -
HPG: 4 sîxur, 8 leşker û kontrayek hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Starê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Li gorî daxuyaniya HPG'ê, di çalakiyan de 4 sîxur, 8 leşker û kontrayek hatin kuştin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Kopenhagenê hate pîrozkirin
40'emîn salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê hate pîrozkirin. -
Salvegera 40'î li Lîmasolê bi kêf û xweşî hate pîrozkirin
Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li bajarê Lîmasol ê Qibrisê bi kêf û xweşî hate pîrozkirin.