Li Elmanyayê şehîd Ednan hate bibîranin

Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd, Ahmet Dîzîn (Ednan) piştî şehadeta xwe bi 25 salan li bajarê Koblenzê yê Elmanyayê bi merasîmekê hate bibîranin.

Merasîma bibîraninê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Koblenzê bi beşdariya gelek kesan pêk hat.

Merasîm ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan û malbata Şehîd Ednan ve hat organîzekirin. Di bîranînê de li ser navê malbatê Sûltan Dîzîn, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şengê Qehreman û Eyşê Aslan axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku bi saya têkoşîn û xwîna şehîdan deskeftiyên li Kurdistanê hatine bidestxisitn. Qisekeran bang li Kurdistaniyên derveyî welat kirin ku bi rêça şehîdên xwe re dilsoz bin û li gorî armanca wan têkoşîna azadiyê geş bikin.

Ahmet Dizîn bi nasnav Ednan sala 1961'ê li navçeya Xarpêtê Depê ji dayîk bû. Sala 1979'an beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê dibe. Piştî 13 sal şerê li dijî dagirkeriyê û ji bo têkoşîna azadiyê, di 24'ê Mijdara 1992'an li navçeya Dersimê Pilemoriyê şehîd bû.