Salvegera PKK’ê li Freîbûrgê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li bajarê Lahr û Freîbûrg yên Elmanyayê dijîn, 40’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi çalakiyekê pîroz kirin.

Pîrozbahiyên salvegera PKK’ê li Ewropa didomin. Kurdistaniyên li bajarên Lahr û Freîbûrg ên Elmanyayê 40’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin.

Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û bi axaftina destpêkirinê re dewam kir.

Nûnerê Dîe Linke yê Freîbûrgê Lûkas Marîa Obwald di pîrozbahiyê de axivî.

Obwald Kurd silav kir û got ew ê heta dawiyê bi Kurdan re be.

Piştre Hozan Sosin, Hozan Şemdîn, Garîp Nûrhak, Koma Canwelat, Azado Xelîlo û Koma Folklorê ya Sê Gulên Azad derketin ser dikê.