Tecrîd û qedexeya li ser PKK'ê li Orebroyê hate şermezarkirin

Tecrîdkirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedexeya li ser PKK'ê ya li welatên Ewropayê, li bajarê Orebro yê Swêdê hate şermezarkirin.

Çalakî bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li navenda Orebroyê pêk hat. Di çalakiyê de li dijî tecrîdkirina Ocalan û êrîşên dewleta Tirk pankart hatin vekirin.

Qisekeran diyar kirin, di şexsê Ocalan de êrîş li temamiya gelê Kurd tê kirin û ji bo rakirina tecrîdê bang li Kurdistaniyan û dostên wan kirin ku têbikoşin.

Her wiha hate ragihandin, hiştina navê PKK'ê li nava 'lîsteya rêxistinên terorê' ya Ewropayê, zemîn û derfetê dide dewleta Tirk ji bo êrîşî gelê Kurd bike. Bang li kedkar û gelên Ewropayê jî hate kirin ku li ber polîtîkayên hikumetên xwe rabin ku destekê didin rejîma Erdogan.

Di çalakiyê de dirûşmên "Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime", "PKK gel e, gel li vir e", "Azadî ji Ocalan re", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.