Li Strasboûrgê salvegera avabûna PKK’ê hate pîrozkirin

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê salvegera avabûna PKK’ê hate pîrozkirin.

Şeva pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û Hevserokên Meclîsa Gel ên Strasboûrgê axivîn.

Siyasetmedarê Kurd Cûma Tak jî di şevê de axivî û got ku “Ev têkoşîna ku nêzî nîvsedsalê ye bi felsefeya jiyanê ya Rêbertiya me, bi kedeke mezin bi pêş ve çûye û bi xwîna şehîdan hatiye avdan.

KJK’ê jî bi wesîleya Cejna Vejînê peyamek şand.

Di şevê de koroya zarokan a Saînt-Avold, Koma Hêja, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Koma Govenda Avesta derketin ser dikê.

Di şevê de Hozan Diyar, Serhat Çarnewa, Şengul Pak bi stranên xwe reng dan şevê.

Şev bi sînevîzyona li ser PKK’ê bi dawî bû.