7 Karkerên TOKÎ'yê hatin destgîrkirin

Polîsan avêt ser konê 15 karkerên ku nêzî 2 sal in di înşaata TOKÎ’yê de dixebitin û mehaneya xwe nagirin, ji bo vê jî ketine çalakiyê. Di encama serdegirtinê de  7 karker hatin destgirkirin.

15 karkerên ku di înşaata TOKÎ’yê ya ‘Projeya Hezar 312 Avahî’ de dixebitin ji bo ku du sal in mehaneya xwe nagirin li pêşiya înşaatê ev 7 roj in ketine grevê. Danê şevê polîsan avêt ser konê karkeran ê çalakiyê. 3 karkerên ku qebûl nekirî heta mafê xwe bistînin dev ji çalakiyê berdin, hatin destgîrkirin.

Piştî wê 4 karkerên ku bertek nîşanî destgîrkirina hevalên xwe yên karker dayî jî hatin destgîrkirin û konê çalakiyê ji hêla polîsan ve hate belavkirin.

Navê 3 karkerên hatî destgîrkirin wiha ye: Omer, Kerem û Ozan ê paşnava wan nayê zayîn.