Beştaş: Berî ku greva birçîbûnê belav bibe, divê tecrîd rabe

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş got, berî ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe, divê tecrîd tavilê bê rakirin.

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û mijarên di rojevê de ne ji ANF'ê re axivî. Beştaş bi bîr xist, Parlamentera HDP'ê û hevseroka KCD'ê Leyla Guven 26 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye û got, berxwedana Guven li dijî tecrîd, bêedaletî, neheqî û bêhiqûqiyê ye. Beştaş got, "Daxwaza wê daxwaza me ye."

Meral Daniş Beştaş bi bîr xist ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi milyonan mirovî eleqedar dike û diyar kir, bi tecrîdê re biryara şer hatiye dayin: "Tecrîdkirina Birêz Ocalan ne tenê li dijî wî ye. Di heman demê de 80 milyon mirovî eleqedar dike û li dijî paşeroja Tirkiyeyê ye. Ji ber ku bi tecrîdê re biryara şer hatiye dayin. Niha li Rojhilata Navîn û li welatê me, her roj mirov tên kuştin. Sedema sereke ya vê yekê, tecrîdkirina Birêz Ocalan e."

'DIVÊ MECLÎS BERSIVÊ BIDE DAXWAZA LEYLA GUVEN'

Beştaş diyar kir, greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 26'an de ye, lê hîn desthilatdariyê daxuyaniyek nedaye û ji bo rakirina tecrîdê gavek neavêtiye. Beştaş got, ev yek ne ya qebûlkirinê ye û bi bîr xist, ku Leyla Guven parlamenterek e, lewma divê serokê meclîsê û dîwana serokatiyê xwedî li endama xwe derkevin û bersivê bidin daxwaza wê. Beştaş got, "Leyla Guven mafdar e; divê tecrîd tavilê biqede."

Beştaş anî ziman, çalakiya Guven roj bi roj belav dibe û ragihand, li girtîgehan greva birçîbûnê heye û li çar aliyên welêt jî wê grev dest pê bikin. Beştaş da xuyakirin, ji gelek deveran daxwaza tevlîbûna li greva birçîbûnê tê û got, berî ku ev çalakî li gelemperiya Tirkiyeyê belav bibe, divê tecrîd tavilê biqede.

'ERDOGAN BIRYARA DMME'YÊ RED KIR, NE DADGEHÊ'

Di dewama axaftina xwe de Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş bicihneanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser berdana Demîrtaş nirxand û got, ya ku biryara DMME'yê bi cih neanî dadgeh nîne, Erdogan bi xwe ye. Beştaş bi bîr xist, Tirkiye neçar e biryara DMME'yê bi cih bîne û got, "Îro qebûl nekirin, lê çi zû çi dereng, neçar e bi cih bînin."

'AKP WÊ DI VÊ HILBLIJARTINÊ DE JÎ BI SER NEKEVE'

Beştaş herî dawî pêla girtinê ya li dijî partiya wan nirxand û got, desthilatdariya AKP'ê ku di dema hemû hilbijartinan de li dijî partiya wan konsepta dîlgirtinê dimeşîne, wê di vê hilbijartinê de jî bi ser nekeve. Beştaş got, "Em niha li parlamentê ne, em bi gelên Tirkiyeyê re ne" û wiha dewam kir: "Di vê hilbijartinê de jî wê nikaribin pêşî li vê bigirin; ew qeyûm ê çûyînê ne. Hevşaredarên ji aliyê gel ve bên hilbijartin wê li şûna wan qeyûman rûnên."