Cejna Vejînê li Mantes la Jolîe hate pîrozkirin

Li bajarê Mantes la Jolîe yê Fransayê, salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin.

Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Firat Botan bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axivî û diyar kir, PKK'ê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 40'î de jî destan nivîsî ye.

Botan got, "Tevgera Ciwanên Şorşeger wê heta azadiya Rêbertî û Kurdistanê têkoşîna xwe bidomîne."

Piştre sînevîzyonek li ser damezrandina PKK'ê hate nîşandan û peyaman Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi dîmen hate nîşanda.

Herî dawî Farqîn Azad, Serhat Çarnewa, Alî Geçîmlî û Xecê derketin ser dikê.