Çalakvanên ketin greva birçîbûnê hatin destgîrkirin

Li Mersînê 10 kesên ji bo piştgirî bidin wekîla HDP'ê Leyla Guvenê ketî greva birçîbûnê, ji aliyê polîs ve hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku çalakvan bi destgîrkirî jî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin. 

Parlamentera HDP'ê ya dîlgirtî ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan ketibû greva birçîbûnê û çalakî kete roja 26’an. 

Roja yekşemê bi armanca destekdayîna Guvenê, li Mersînê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Polîsan êvara heman rojê avêtibû ser avahiya HDP’ê ya ku çalakvan tê de bûn û hevseroka HDP’ê ya Mersînê Zuhal Onen jî di nav de, 10 kes hatibûn destgîrkirin. 

Çalakvanên ku birî navenda polîsan a Mersînê îro bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin û piştî wê parêzer ragihand ku çakvan bi destgîrkirî jî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin. Çalakvanan bi riya parêzerê xwe ragihandiye ku wê heta sê rojên destgîrkirî çalakiya xwe bidomînin. 

Li aliyê din wekîlên HDP’ê Fatma Kûrtûlan, Ridvan Turan û Tulay Hatimogulları, çalakiya ku li avahiya HDP’ê ya bajêr hatî destpêkirin, dewr girtin.