Li Mersînê greva birçîbûnê dest pê kir

Li Mêrsînê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan a ji bo piştgiriya Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, dest pê kir.

Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger dabû destpêkirin. Li mersînê ji bo piştgiriya Guvenê greva birçîbûnê ya 3 rojan dest pê kir.

Greva birçîbûnê, ji hêla 15 endamên rêxistina HDP’ê ya bajêr, li avahiya HDP’ê dest pê kir. Çalakvanan cihên ku li ser, “Leyla Guven mafdar e, divê dawî li tecerîdê rabe” li xwe kirî, dirûşmeyên, “Em ê bi berxwedanê ser bikevin”, “Bijî Serok APO” berz kirin.

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û Nusrettin Maçin û gelek HDP’yiyan piştgirî dan çalakiyê.

Hevsrokê HDP’ê yê Mersînê Mustafa Işik daxuyanî  xwendin û di daxuyaniyê de hat gotin ku daxwazên Leyla Guven daxwazên wan e û ji ber vê greva birçîbûnê ya 3 rojan didin destpêkirin.

Işik got, "Em dixwazin dawî li tecrîdkirina Ocalan bê. Em dixwazin dawî li polîtîkayên tecrîdê bên.”