Salvegera 40'î li Lîmasolê bi kêf û xweşî hate pîrozkirin

Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li bajarê Lîmasol ê Qibrisê bi kêf û xweşî hate pîrozkirin.

Kurdistanî tevî dostên xwe li bajarê Lîmasol ê Qibrisê li hev civiyan û salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Qada pîrozbahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û wêneyên şehîdên Kobanê û Efrînê hate xemilandin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, rêveberê Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê Kamîl Akalin û Berpirsyarê PYD'ê yê li Qibrisê Yasîn Tarboch axivîn. Piştre sînevîzyon hate nîşandan. Di dema nîşandana sînevîzyonê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî PKK" hatin qîrîn.

Di dawiyê de jî Koma Theofîlosê ya Govendê û Koma Muzîkê ya Theofîlosê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.