Şerma nû ya tarza siyaseta Başûrê Kurdistanê

Tirkiye di demên dawîn de li ser YNK’ê zextan dike û hewl dide TEVGER û hin saziyên demokratîk werin girtin. Hewl didin YNK’ê jî wekî PDK bi kar bînin. Ev biryar ji ber bazariya di navbera YNK û Tirkiyeyê de pêk hatiye.

Ne mimkun e ku mirov tarzê siyaseta Başûrê Kurdistanê fêm bike. Bêguman hin hêzên siyasî yên cihê ew ê hebin. Her tevgera siyasî li berjewendiyên xwe difikire, ev tişt tê fêmkirin. Lê helwest û pêkanînên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê mirov nikare di nava vî tiştî de binirxîne. Gelo li cîhanê tarzekî wisa yê siyasetê heye yan na, em nizanin. Ne bawer im ku hebe. Tarzê siyaseta Başûrê Kurdistanê dibe ku li zanîngehan were xwendin. Mirov dikare li ser wê pirtûkan binivîse. Maka vê siyasetê PDK ye. Lê di demên dawîn de cihêtiyên di navbera PDK û YNK’ê ji holê hatiye rakirin. Hemû meylên siyasî yên li Başûr bi awayekî xwe xistine vê tarzê siyasetê.

Partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê yên ku dibêjin em li dijî tarzê siyasî yê PDK û YNK’ê ne jî xwe ji vî awayê siyasetê dûr nexistine. Gelo ji hewayê wê ye yan ji ava wê ye em nizanin lê ev tarz li ba hemû siyasetmedaran tê dîtin. Ev jî dibe metoda siyaseta ku xwe naspêrin gel. Di vî tarzê siyasetê de durûtî, berjewendî, bêqîmetî û şelafî heye. Mirov nikare vî tarzê siyasetê yê li Başûrê Kurdistanê bide ber siyaseteke din a li dereke cîhanê. Ji ber vê jî divê li ser wê were lêkolînkirin. Heke li ser vî tiştî pirtûkek were nivîsandin ew ê ne bi tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên Rojhilata Navîn û ji bo gelên cîhanê jî ew ê bibe mînak. Gelo kî dikare pirtûkeke wisa binivîse, ne diyar e! Ji bo nivîsandina pirtûkeke wisa divê gelparêzî, welatparêzî û cesaret hebe.

Biryara YNK ya ji bo TEVGER’ê jî di warê siyasî, hiqûqî, exlaqî, wijdanî de bi problem e û divê were nirxandin. Bêguman li pişt vê biryarê têkiliyên YNK û Tirkiyeyê hene. Tirkiye di demên dawîn de li ser YNK’ê zextan dike û hewl dide hin saziyên demokratîk were girtin. Hewl didin YNK’ê jî wekî PDK bi kar bînin. Ev biryar ji ber bazariya di navbera YNK û Tirkiyeyê de pêk hatiye. Awayê xerab ê siyasetê Başûr wisa ye. Hêzên derve ji bo Kurdan qels bike, hin Kurdan dişîne ser hin Kurdên din.Bi ser de ji bo berjewendiyên basît. YNK ji bo hin berjewendiyên ekonomîk vî tiştî dike. Hin partiyên siyasî yên Kurdan ji bo berjewendiyên xwe li ser hin aliyên siyasî yên Kurdan bazariyan dike.

Zehmet e ku YNK bi girtina TEVGER’ê hin berjewendiyên siyasî bi dest bixe. Ji ber vê jî girtina TEVGER’ê têkiliya xwe bi berjewendiyên ekonomîk heye. Mirov nizane şerê di nav YNK’ê de çiqasî bandor li vî tiştî kiriye. Lê tişta teqez ev e ku, parçebûn YNK’ê qels dike. Helo hin alî dixwazin serwer bibin û Tirkiyeyê bidin rex xwe? Heke wisa be, ew ê ev tişt polîtîkayeke qirêj be.

Ev tişt gelekî zelal e ku YNK bibêje qey ku wê hin tişt bi dest xistiye, lê ew ê têk biçe. Bi ser de wekî ku pehînek avêtibe hin hêmanên ku wê li ser lingan dihêle. Heke YNK bixwaze têkeve şûna PDK, ew ê ev tiştekî beredayî be.

Gelo TEVGER çima bû hedef? Teqez e ku ji ber xebatên xwe yên li Başûr biryareke wisa li ser nehatiye dayîn. Saziyên jinan jî dibin hedef, ew jî diyar dike ku berê xwe didin saziyên li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd. Di sedsala 20’emîn de dema ku qala tevgera jinan û rêxistinbûna wan were kirin, yekser Rêbertî tê bîra mirov. Dewleta Tirk li ku derê saziyeke li ser fikra Rêberê Gelê Kurd hebe, dixwaze êrîşî wê derê bike. Êrîşên li ser TEVGER û buroyên tevgera jinan tê vê wateyê. Bi vî awayî YNK jî tevlî kampanyaya êrîşkirina fikrên Rêberê Gelê Kurd dibe. Endamên YNK ne li ser vê fikrê bin jî di warî sazûmaniyê de ev tişt derdikeve holê. Mam Celal beriya ku nexweş bikeve, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd wê pêşengiya kampanyayeke mezin bikira. Diyar kiribû ku di nav amadekariyeke wisa de ye.

Gelo siyasetmedarên Kurd ew ê kîngê dev ji êrîşkirina hev berdin? Ew ê kîngê li hemberî van lîstikên dijmin helwesta xwe zelal bikin. Gelo siyaseta Kurdan heta ku ji vê rewşê xwe xelas neke, dikare xwe pak bike? Mêtinger baş dizanin ku ew ê Kurd çawa bên qelskirin. Gelo ev pêkanînên li dijî TEVGER, saziyên jinan û saziyên çandî ew ê rûmet û hêzê bide YNK’ê?

PDK dema ku tevî dewleta Tirk dixebitî diyar dikir ku heke ew bi ser aliyên nêzî PKK’ê ve biçin ew ê teşhîr bibin, ji ber vê jî zext li YNK’ê dikir ku ew jî tevlî wan bibe. Di dawiya dawîn de bi ya PDK’ê bû û Tirkiyeyê YNK jî bi kar anî. Rêveberên YNK’ê di dawiya dawîn de ev şerm jî kir. Çi serkeftineke mezin! Çi siyaseteke afirîner! Çi siyasetmedariyeke mezin! Yên ku rê li ber vî tiştî vekirin ew ê di dîroka YNK’ê de cihê xwe bistînin. Lê ew ê bi çi awayî bistînin, ew ji niha ve diyar e. Wisa diyar e ku wan jî gotine yên li dijî hêzên siyasî yên Rêberê Gelê Kurd destkeftinê bi dest dixin, çima em jî bi dest nexin û dane ser vê riyê. Em jî dibêjin ku bila xêra vê siyasetê bibînin.

JÊDERK: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA