Wekîlên HDP'ê li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê dikin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî di nav de 10 wekîlên HDP'ê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê bikin.

Destpêkê wê 10 parlamenterên HDP'ê li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê bikin. Yek ji wekîlan jî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan e.

Çalakiya greva birçîbûnê wê roja Sêşemê heman piştî civîna koma partiyê dest pê bike û 2 rojan bidome.

Li gel vê çalakiya li meclîsê, her wiha ji hemû rêxistinên partiyê yên bajaran re ferman hate dayin ku li hemû bajaran grevên birçîbûnê yên ji bo 3 rojan bidin destpêkirin.

Rêxistinên bajaran jî wê 3'ê Kanûnê dest bi çalakiyê bikin. Rêxistinên bajaran ên amadekariyên xwe neqedandine, wê 4'ê Kanûn dest bi greva birçîbûnê bikin. Parlamenterên HDP'ê wê li bajarên lê hatine hilbijartin, roja 4'ê Kanûnê jî tevlî çalakiyê bibin.