Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 25 roj e li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem de ye. Bi boneya piştgiriya çalakiya Guven, endam û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê îro li avahiya xwe ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn.
Polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girt û li hundir lêgerîn pêk anî. Polîsan hemû çûnehata derdorê girt. Hate diyarkirin ku lêgerîna polîsan li hundir didome û çalakgerên greva birçîbûnê hatine destgîrkirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran jî di hesabê xwe yê Twîtterê de têkildarî mijarê wiha got: “Niha polîs bi ser avahiya rêxistina me ya HDP’ê de girt.”
Li aliyê din hat zanîn ku polîs di saetên nîvro de li rêveberên HDP’ê geriyan e û wiha gotine: “Yek bi yek navê kesên ketine greva birçîbûnê bidin me. Nexwê em ê werin bi ser avahiyê ve bigirin û we destgîr bikin.”
Di serdegirtina polîsan de ev kes hatin destgîrkirin: : Hevseroka HDP’a Mêrsînê Zûhal Onen, Alî Alper, Gulê Kaya, Mehmet Aykût, Zahîde Yavûz, Abdulbakî Akkoyûn, Alî Bîlen, Diyar Tûrgût, Bahattîn Îlet û Dogan Atay.