Temellî: Ji bo greva birçîbûnê em li benda rewşa krîtîk nesekinin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku divê tecrîd were rakirin û bal kişand ser berxwedana Leyla Guven. Temellî got ku, “Em ji bo greva birçîbûnê li benda rewşa krîtîk nesekinin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Mêrsînê bi kedkarên çapemeniyê re civiya.

TECRÎD

Temellî di axaftina xwe de qala van tiştan kir:

“Dora rêxistina me ya bajêr a Mêrsînê hatiye girtin û 10 hevalên me yên ku ketibûn greva birçîbûnê hatine destgîrkirin. Sedema destgîrkirinê nehatiye ragihandin. Emniyet û dozgeriyê ji bo destgîrkirinê hincet nîşan dane. Hevalên me mafên xwe yên demokratîk bi kar anîne û dest bi greva birçîbûnê kirine û bal kişandine ser kêşeyeke herî mezin a Tirkiyeyê. Heta ku doza Kurdan neyê çareserkirin, ew ê kêşeyên din ên Tirkiyeyê jî neyên çareserkirin. Navnîşana çareserkirina kêşeyên Kurdan gelekî zelal e, Îmrali û rêzdar Ocalan in. Dewlet ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve tecrîdeke giran li ser Rêzdar Ocalan dimeşîne. Em HDP, dixwazin ev tecrîd bi dawî bibe. Em careke din diyar dikin ku divê ev tecrîd bi dawî bibe. Divê rêzdar Ocalan bi parêzerên xwe re bicive û divê tecrîd bi dawî bibe.

BERXWEDANA LEYLA GUVEN

Berxwedana Leyla Guven îro di roja 26’an de ye. Ji zû ve ye em bang li raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê dikin. Leyla Guven bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ji bo xwe tiştekî naxwaze. Çalakiya wê ji bo bidawîanîna tecrîda Îmraliyê ye.

Di çalakiya greva birçîbûnê de, beriya ku em li benda rewşa krîtîk bin divê her kes înîsîyatîfê bistîne. Di warê kêşeyên li Tirkiyeyê HDP ji bo çareseriyan hewl dide lê desthilatdarî bi çavê dijminatiyê li HDP’ê dinihêre.

HILBIJARTINÊN HERÊMÎ

Li pêş me hilbijartinên herêmî hene. 4 meh şûnde ew ê hilbijartin pêk were a ku ew ê qedera Tirkiyeyê biguherîne. Hikumet dizane ku ew ê têk biçe ji ber vê jî dest bi kampanyaya xwe ya hilbijartinê kiriye. Sedema ku êrîşî HDP’ê dikin jî kampanyaya Erdogan a ji bo hilbijartinê ye. Li hemberî hemû êrîşan em ê xebatên xwe bidomînin û em ê vî welatî ji feraseta qeyyûman rizgar bikin. En bang li hemû hêzên demokrasî û partiyên mûxalefetê dikin, werin ji bo rizgarbûna ji vê feraseta faşîst em bibin yek û guh bidin gelên xwe.”