Cejna Vejînê li Hambûrgê hate pîrozkirin

Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li salona Phonîxws Evet a li Hambûrgê pêk hat û zêdeyî hezar kes tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş axivî û got, "Ji bo mirov PKK'ê fêhm bikin, divê mirov felsefeya Serok Apo baş fêhm bikin." Aktaş diyar kir, ya ku gelê Kurd gihand vê astê, îradeya qewîn û felsefeya Ocalan e.

Aktaş got, "Em li ku dibin bila bibin, divê em têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bidomînin. Lewma divê em ji her demê bêhtir li hev bicivin, rêxistinbûn û yekîtiya xwe pêk bînin."

Aktaş bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û banga piştgiriyê kir.

Dûre peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi rêya sînevîzyonê hate nîşandan.

Herî dawî Çetîn Oraner, Koma Hîvron, Binevş Roj, Bangîn Agirî, Tûncer-Ozgur derketin ser dikê û komên govendê; Govenda Sîmara û Govenda Sîpan Amara hunera xwe pêşkêş kirin.