Bîlgen: Em dengê Leyla Guven bibîhizin!

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen çalakiyên li Fransayê bi bîr xist û got, "Dema ku civak teqiya, tiştek nikare pêşî lê bigire." Bîlgen ji bo çalakiya Leyla Guven banga piştgiriyê kir.

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen li meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist û rojev nirxand.

Bîlgen diyar kir, gelek aliyên desthilatdariyê hene ku bên rexnekirin û pirsgirêkeke cidî ye ku di rewşeke wiha de mûxalefet di nava xwe de polemîkê dike.

Ayhan Bîlgen ji bo Parlamentera HDP'ê Leyla Guven bang kir ku 26 roj in di greva birçîbûnê de ye û got, "Rojeva wê berdana wê bi xwe nîne. Rojeva wê pêkhatina aştî û aramiyê ye li welêt. Ji bo balê bikişîne ser vê yekê, li dijî tecrîdê dest bi çalakiyê kiriye. Ev qîrînek e, ev feryad e."

Bîlgen çalakiyên li Fransayê bi bîr xist û got, "Divê her kes ji bûyerên li Fransayê diqewimin dersê derxîne." Bîlgen diyar kir, dema ku kêr gihîşt hestî, divê were dîtin ku mirov dikare çi bide ber çavên xwe. Dema ku civak teqiya, ne bangên sendîkayan, ne jî yên partiyan dikarin civakê bisekinînin."