ROJEVA 3'Ê KANÛNÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Kanûna 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Li Bakurê Sûriyeyê operasyona li dijî DAÎŞ'ê dewam dike. Rewşa dawî ya operasyonê wê bê şopandin.

- Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş got, berî ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe, divê tecrîd tavilê bê rakirin.

- Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr nerazîbûn nîşanî girtina buroyên Tevgera Azadî da û got, YNK divê li xeta Mam Celal vegere.

- Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê, ku piştî dagirkirina Efrînê ji neçarî derbasî Şehbayê bû, li kampan jî karê xwe didomîne.

- Gerîlayan diyar kirin, bawerî, biryardarî, dilsozî û danheviya wan a dîrokî gelekî mezin e û gotin, "Em ê hemû êrîşên dewleta Tirk ên bi serkêşiya rêveberiya AKP-MHP a faşîst tên kirin, têk bibin."

- Forûma Paqijiya Etnîkî û Guhertina Demografiya Efrînê ya Navneteweyî ku li navçeya Amûdê ya Qamişloyê tê lidarxistin, wê were şopandin.