Li Goteborgê pîrozbahiya PKK'ê ya bi fîşekên hewayî

Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li bajarê Goteborg ê Swêdê bi şevekê û teqandina fîşekên hewayî hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li taxa Bergsjo'yê pêk hat û li ber sirûda Çerxa Şoreşê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Abdullah Konya bi navê rêxistinên civakî yên sivîl ên Kurdistanî ku şahî organîze kirin, axivî. Konya diyar kir, PKK a ku 1978'an ava bû, di nava 40 salî de bû partiya herî xurt û siyasî ya li Kurdistanê û pêşengî ji têkoşîna li dijî rejîma zordar û mêtingeriy re kir.

Konya got, PKK hîn bi xurtî dest bi sala 41'ê dike û wiha dewam kir: "Bi saya biryardarî û fedakariya şehîdan em gihîştin vê serdemê. Divê bi geşkirina têkoşînê re em destketiyên xwe biparêzin, Rêberê xwe serbest bikin û hîn bêhtir destketiyan bi dest bixin."

Nûnerê Partiya Çep jî bi bîr xist ku Partiya Çep yekane partî ye ku di kongreya xwe de ala PKK'ê daliqandiye û got, "Em qebûl nakin ku navê PKK'ê di nava 'lîsteya rêxistinên terorîst' de bimîne. Têkoşîna gelê Kurd û PKK'ê, têkoşîneke mafdar û diyarkirina çarenûsa xwe ye. Tecrîdkirina Abdullah Ocalan divê bê qedandin û serbest were berdan."

Bi navê Komîteya Rojava Anders Hogberg axivî û di dawiyê de fîşekên hewayî hatin teqandin.

Çalakgeran bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî PKK" çalakiya xwe qedandin.