Girtiyan hişyar kir: Naxwe em ê bikevin greva birçîbûnê ya bêdawî

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê diyar kirin ku wê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê kom bi kom bidomînin û gotin, eger bersiv ji daxwazên wan re neyê dayin wê greva birçîbûnê bikin bê dawî û ne dorveger.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê dîlgirtî ne, ji bo qedandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 27'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê ya dorveger de ne.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê jî bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê kiribûn û çalakiya xwe didomînin. Ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne Mehmet Çagirici doh bi rêya telefonê bi keça xwe Bîrgul Çagirici re axivî û got, niha 3 kes (Mehmet Çagirici, Bahrî Sûlgîn û Umît Karakaya) ketine grevê û 7 kom wê bi rengekî dorveger çalakiyê bidomînin. Çagirici got, eger piştî koma heftemîn bersiv ji daxwazên wan re neyê dayin, wê bikevin greva birçîbûnê ya ne dorveger û bê dawî.