Salvegera damezrandina PKK'ê li Kopenhagenê hate pîrozkirin

40'emîn salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê hate pîrozkirin. 

Kurdistanî û dostên wan ên li Kopenhagenê dijîn, li salona şano û muzîkê ya Albertslundê salvegara damezrandina PKK'ê bi şahiyekê pîroz kirin.

Pîrozbahiya ku bi dirûşma "Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin" pêk hat, bi deqeyekê rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Di şahiyê de peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi rêya sînevîzyonê hate nîşandan.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kopenhagenê Saîme Bîlgen piştre axivî û got, "PKK a ku Rêber APO damezrand ev 40 sal in rehên xwe berdaye nave kûrahiya civakê. Têkoşîna me ya azadiyê, israra gelê me ya jiyana azad û demokratîk, teqez wê ser bikeve. Em bang li gelê xwe, hemû dost û gelên Rojhilata Navîn dikin ku ji bo pûçkirina komployê û avakirina Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk têkoşînê xurt bikin. Di serî de jin û ciwan, em bang li gelê xwe dikin ku her dera lê ye, rabe ser piyan û ji bo qedandina tecrîdkirina Rêber APO, têkbirina faşîzmê û azakirina Kurdistanê, têkoşîna xwe bilind bikin."

Di şahiyê de nûnerên koma anarşîst a Danîmarkayê, Yekîtiya Sor-Kesk, Koma Tevkariya bi Kurdistanê re, Partiya Çep a Alternatîf axivîn. 

Di şahiyê de hunermend Xelîl Xemgîn, Denîz Deman, Newzat Tûnç, Ergîn Xelîkan, Sîmar, Koma Funk The System a Danîmarkayê û Hozan Bîco derketin ser dikê û bi stranên xwe şahî geş kirin.