Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Davîd Phîlîps di ‘Forûma Guherîna Demokratîk û Paqijiya Etnîk ya li Efrînê’ de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê sûcê mirovayetiyê kiriye.

Gerîlayên HPG/YJA Starê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Li gorî daxuyaniya HPG'ê, di çalakiyan de 4 sîxur, 8 leşker û kontrayek hatin kuştin.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Zubeyde Zumrut diyar kir, partiya wan ji hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê re amade ne û got, wê xisara ku qeyûman dane şaredariyan ji holê rakin û şaredariyan radestî gel bikin.

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên di şerê dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn eşkere kir û got, "Em ê bîranîna şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin."

Şervanên YPG/YPJ'ê li gundê Heyama yê navçeya Bilbilê ya Efrînê, li dijî nuqteyeke koma çete ya bi navê Feylaq el-Mecîdê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Li eniya Hecînê ya Dêra Zorê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî giran heye.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ji bo 40’emîn salvegera damezrandina PKK’ê rêze çalakî li dar xistin. DGH’ê sala 41’an jî silav kir û di çalakiyan de bi giştî 24 wesayît hatin şewitandin.

Li 37 gund û gundikên navçeyên Licê û Hênê derketina derve hate qedexekirin.

Li Mêrsînê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan a ji bo piştgiriya Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, dest pê kir.

Berpirsyarekî payebilind ê Neteweyên Yekbûyî (NY) got, Yemen a di nava şer de ye, li ber felaketeke mezin e.