Buldan: Daxwaza Leyla Guven a bi milyon kes e

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan: Grêva Leyla Guven ne ji bo wê ye, ji bo Rêzdar Oalan e ku ev 3 sal û nîv in agahî jê nayê girtin, di nav tecrîdekê de tecrîd li ser tê danîn. Ev daxwaz a bi milyonan kes e.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di kongreya Rêxistina HDP’a Îzmîrê de axivî û got: “Yên ku têgihiştinek dibêjin li Osloyê pêvajoyek nû dest pê kir, bila vê zanibin, heta ku mifteyek mezin li ser deriyê Îmraliyê hebe, pêvajoya aştî û muzakereyê qet dest pê nake.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê 3’yemîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Kongre li Salona Navenda Kongreya Tepekule ya Anadoluyê pêk hat. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan beşdarî Kongreyê bû.

Bi sedan welatî beşdarî kongreyê bûn û pankartên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Em tecrîdê bişkênin û faşîzmê hilweşînin” hat daliqandin.

Kongreyê bi rêzgirtin û hilbijartina dîwanê pêk hat. Hevserokên HDP’a Îzmîrê Semra Uzunok û Çerkez Aydemîr axaftina vekirinê kirin. Parlamenterên HDP’ê Murat Çepnî û Serpîl Kemalbay jî axaftinên kurt kirin.

Pişt re Hevserok Pervîn Buldan di kongreyê de axivî û wiha got:

“Ez hêvîdarim wê kongreya me bibe wesîla aştî û azadiyê. Di demek wiha de hatina we ya vir me serbilind û birûmet dike.

EM Ê HIN BÊTIR PIRTIR BIBIN

Beriya 3 rojan rêveberên me navendî û bajêr hatin girtin. Em silavên xwe ji wan re dişînin. Divê hevalên me demildest bên berdan. Her ku hûn me bigirin em ê pirtir bibin. Ev çend sal e bi ser partiya me ve tên lê bi ser nakevin. Em ê di 31’ê adarê de serkeftina xwe ya li dijî êrîşan bidin nîşandan. Wê vîna HDP’ê xwe li her deverê bide nîşandan. Em ê li her deverê bi ser bikevin û her deverê qezenc bikin.

DIZANIN KU WÊ BI SER NEKEVIN

Em li welatek bêedalet û bêhiqûq dijîn. Em bi ferasetek ku her kesî di dieciqînin re hevrû ne û têdikoşin. Yên vî welatî birêve dibin dixwazin her kesî bixin bin kontrola xwe. Ew jî dizanin dê di vê yekê de bi ser nekevin û ji ber vê yekê her kesî tune dihesibînin û polîtîkaya zextan li her deverê belav kirin e.

ÎZMÎR BAJARÊ GELAN E

Dîmenên vê salonê divê ji her kesî rebibin mînak. Ev bajarê gelan e. Her kes tevî hev dijî. Bajarek rengîn e. Çimkî em bi ferasetek ku reng û gelan ji hev cuda dike re têdikoşin. Ew ditirsin ku gelên Tirkiyeyê û gelê kurd werin cem hev. Ji jinan û ciwanan ditirsin. Ji ber vê yekê her roj zext, girtin û tundiya xwe zêdetir dikin û dixwazin me wisa bi teşe bikin, lê ev ne pêkan e.

WÊ BI HDP’Ê AŞTÎ, AZADÎ Û DEMOKRASÎ WERE

Wê demokrasî, azadî û aştî bi têkoşîna gelan û HDP’ê were vî welatî. Divê em rêya jiyanek bi hev re bibînin û rêbazê wê bixin meriyete. Em dikarin wisa li dijî vê pergalê bibin bersiv.

DAXWAZA GUVEN DAXWAZA BI MILYONAN E

Çalakiya Leyla Guven îro di roja 25’emîn de ye. Em ji Îzmîrê silavên xwe ji Leyla Guven a dilovan re dişînin. Em carek din li vir dibêjin ku em xwedî li çalakiya Guven derdikevin. Ev çalakiya ji bo baştiya gelan e. Em çalakiya wê silav dikin. Guven ne ji bo xwe ji bo mîmarê aştî, demokrasî û azadiya gelan Rêzdar Ocalan e, ku  tê di nav tecrîdê de tecrîd li ser tê danîn. Ev daxwaz daxwaza bi milyonan e.

HETA KU MIFTEYEK MEZIN LI SER DERIYÊ ÎMRALIYÊ BE PÊVAJOYA DEST PÊ NAKE

Tecrîdkirina Ocalan îro di heman demê de li ser tevahiya gelên Tirkiyeyê pêk tê. Aloziya li welêt bi tecrîdkirina birêz Ocalan dest pê kiriye. Me dît ku pêvajoya çareseriyê çiqas feydê da welat. Di wan sê salan de hêvî hebû û ji bo ewlehiya welat her kes kêfxweş bû. Di wê pêvajoyê de li tu deverê Tirkiyeyê mirovan jiyana xwe ji dest neda û dayikên me negiriyan. Yên ku wê pêvajoyê xelas kirin, dixwazin têgihiştinek din bixin serê mirovan. Yên ku têgihiştinek dibêjin li Osloyê pêvajoyek nû dest pê kir, bila viya dizanibin heta ku mifteyek mezin li ser deriyê Îmraliyê hebe, pêvajoya aştî û muzakereyê qet dest pê nake. Heta ku bi sedan siyasetmedar dîlgirtî di girtîgehan de bin ne pêkan e pêvajoyek wiha dest pê bike.

JI BO EM LI DIJÎ AKP'Ê TÊBIKOŞIN EM KETIN RÊ

Ne ji bo em bi AKP'ê re muzakere bikin, ji bo em li dijî wê têbikoşin em ketin rê. Heta em bi ser bikevin têkoşîna me dê bidome. Tecrid sûcê mirovahiyê ye. Piştî tecrîdê welat ket nava pêvajoya şer. Tecrîd tu fêdeyê nade vî welatî. Em carek din hikûmet û dewletê dawetî berpirsiyariyê dikin. Divê çalakiya greva birçîbûnê ku di şexsê Leyla Guven de hatiye destpêkirin li ber çavan bê girtin. Divê bi lez tecrîdkirina Birêz Ocalan  bi dawî bibe. Divê bi lez pêvajoyek nû bê destpêkirin.

HÛN Ê SELAHATTîN DEMİRTAŞ SERBEST BERDIN!

Di serî de hikûmet û Serokomar nîşan dide ku biryara DMME'yê ku der barê Selahattin Demirtaş de daye nas nakin. Biryarên DMME'ê ne siyasî ne. Îro hemû hevrêyên me bi biryara siyasî hatine girtin. Nenaskirina hikûmetê û darazê ya biryara DMME'ê nîsan dide ku daraz li welatê me ne serbixwe ye. Ger ku îro daraz serbixwe bûya dê Selahattin Demirtaş nehata girtin û dê serbest bûya. Her kêliya ku Selahattin Demirtaş girtî ye, nîşana bêhiqûqiyê ye. Hûn ê Selahattin Demirtaş serbest berdin. Hûn mecbûrin biryara DMME'ê li ber çavan bigirin. Biryara DMME'ê ne biryara DMME'ê ye. Biryara DMME'ê daxwaza milyonan gelê Tirkiyeyê ye.

DEMîRTAŞ BERIYA HILBIJARTINÊ DÎL DIGIRIN

Em dizanin ku dixwazin wext bi dest bixin. Beriya hilbijartinan naxwazin Demîrtaş berdin. Wisa difikirin ku hemû kesên di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqê dê Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ji bîr bikin. Lê mirov dê li ser sindoqê hesab bidin. Em dizanin ku îro girtina Selahattin Demirtaş hişmendiya AKP’ê ya li dijî aştî û çareseriyê nîşan dide. Niha li pêş me hilbijartinên herêmî hene. Divê hemû hilbijêr li her derê Tirkiye vê hilbijartinê wekî firsendek dîrokî bigirin dest. Li namzetên Kurdistanê binerin. Qeyûm, walî û wezîr in. Namzetên tên nîşandan ne li gorî profîla gel e. Vîna gel li ber çavan nayê girtin. Em dê hemû qeyûman bişînin Enqere. Rêya şandina qeyûman jî yekîtî û xwedîderketina vîna xwe ye. Ne tenê li Kurdistanê li bajarên Tirkiye jî wekî ku quyûm tayîn kiribe.  Ji bo me Îzmir pir girîng e. Dema AKP’ê namzeta Îzmirê aşkere kir, ji bo Îzmirê  got "Ma kî keçika xweşik a taxê qebûl nake. Bi feraseta zayendperestî nêzîk bû. Hevalên me yên jin dê li ser sindoqê hesab bidin vê ferasetê.

EM Ê LI ÎZMÎRÊ NAMZETÊ HEVPAR DERXIN

Em li Îzmirê li rêbazê namzetê hevpar digerin. Em dixwazin ku hemû gelê Îzmirê temsîl bike. Ji ber ku li Îzmirê pir nasname, pir çandî û pir bawerî heye. Em ji rêgezên xwe yên demokratîk venagerin. Divê her kes namzet qebûl bike û bipejirîne. Em bibin yek em ê hişmendiya faşîst a AKP-MHP'ê têk bibin. "

Piştî axaftinan ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Îzmirê Kadîr Baydur û Besriye Tekgur hatin hilbijartin.