Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

DGH’ê sala 41’ê ya PKK’ê silav kir: 24 wesayît hatin şewitandin

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ji bo 40’emîn salvegera damezrandina PKK’ê rêze çalakî li dar xistin. DGH’ê sala 41’an jî silav kir û di çalakiyan de bi giştî 24 wesayît hatin şewitandin.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand ku yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ji bo salvegera damezrandina PKK’ê  di navbera dîrokên 4-24’ê Mijdarê de li gelek bajarên Tirkiyeyê çalakî kirine. DGH’ê diyar kir ku di çalakiyan de 24 wesayît hatine şewitandin.

DGH’ê têkildarî çalakiyan ev agahî parve kir;

“Roja 4’ê Mijdarê seat 05:45’an li navçeya Seyhan a Edeneyê wesayîtek hate şewitandin.

Roja 5’ê Mijdarê seat 04:00’an de li navçeya Kûmlûca a Antalyayê wesayîtek hate şewitandin.

Roja 21’ê Mijdarê seat 03:00’an de 3 wesayîtên hevkarên dewletê hatin şewitandin. Piştî çalakiyan hemû wesayît hatin rûxandin.

HEMWEXT 19 WESAYÎT HATIN ŞEWITANDIN

Roja 24’ê Mijdarê seat 05:00’an de li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê 11 wesayît hatin şewitandin. Di çalakiyê de her 11 wesayît hatin rûxandin.

Roja 24’ê Mijdarê seat 05:00’an li navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê 6 wesayît hatin şewitandin. Di çalakiyê de her 6 wesayît hatin rûxandin.”

‘TECRÎDÊ BIŞKÊNE, FAŞÎZMÊ TUNE BIKE, SERÎ HILDE’

DGH’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got; “Piştî çalakiyan hêzên djimin avêtin ser gelek malan û ragihandin ku 12 endamên me giritne. Ev nûçeya dijmin vale ye û derew e. Yekîneyên me li ser erka xwe ne. Bi şîara ‘Tecrîdê Bişkêne, Faşîzmê Tune Bike, Serî Hilde’ em bang li ciwanan dikin ku dakevin qadan û çalakiyan lidarbixin.”