HPG: 4 sîxur, 8 leşker û kontrayek hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Li gorî daxuyaniya HPG'ê, di çalakiyan de 4 sîxur, 8 leşker û kontrayek hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya Eyaleta Serhedê de, roja 1'ê Kanûnê saet 16:45'an li navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî qereqola Serêkanî û leşkerên ku rêya leşkerî çêdikirin, 2 çalakî pêk anîn.

4 SÎXUR HATIN KUŞTIN

Hêzên me li ser rêya qereqola Serêkanî, li dijî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Amarokê ji 2 baskan ve çalakî kirin. Bi derbên giran wesayit bi temamî hate rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin, di çalakiyê de 4 sîxur û kontrayek hatin kuştin.

Hêzên me di heman demê de li qemyoneke artêşa TC a dagirker xistin ku li ser sînor rêya leşkerî çêdikir. Di çalakiyê de qemyon hate rûxandin û leşkerekî dijmin hate kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyan bi obus, hawan û tankan herêm da ber bombeyan.

ÇEPER HATIN RÛXANDIN

Roja 2'ê Kanûnê (îro) saet 9'an, hêzên me li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de li çepereke dijmin a li ser gir hate xistin û di encamê de çeper hate rûxandin, 2 leşkerên tê de hatin kuştin.

5 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

1'ê Kanûnê saet 12:30'î jî, hêzên me li dagirkerên li ser Girê Lêlîkanê dan. Di vê çalakiyê de 2 çeper hatin rûxandin û 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.

BALAFIRAN LI ŞUKÊ Û ŞATANOSÊ XISTIN, ZERAR NEGIHIŞT GERÎLA

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 1'ê Kanûnê saet navbera 20:30-21:30'î qadên Şukê û Şatanosê yên navçeya Geverê ya Colemêrgê û derdora gundê Lêlîkanê yê herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê bomberdûman kirin. Ji ber vê bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me."